Artêşa Sûriyeyê derbasî baregeha stratejîk a Tenefê bû

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê roja Pêncşemê ragihand ku yekîneyên artêşê baregeha leşkerî ya Tenef li başûrê Sûriyeyê kontrol kirine û baregeh û derdora wê ewle kirine.

Roja Çarşemê, Reutersê ji du çavkaniyên ewlehiyê veguhest ku gotine Amerîkayê hêzên xwe ji baregeha leşkerî ya Tenefê li başûrê rojhilatê Sûriyeyê ber bi Urdunê ve vekişandiye.

Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞê baregeha leşkerî ya Tenefê di sala 2016an de li herêma 55 kîlometre li rojhilatê Humsê, nêzîkî sêgoşeya sînor a di navbera Sûriye, Urdun û Iraqê de ava kirine.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ku li ser kanalên wê yên fermî hat weşandin, zêde kir ku radestkirina baregehê “bi rêya hevrêziya di navbera aliyên Sûriye û Amerîkayê de” hatiye kirin.

Wê destnîşan kir ku yekîneyên artêşê “dest bi bicihkirina li ser sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê li çola Tenefê kirine.”

Wezaretê diyar kir ku “hêzên parastina sînor ên ji Wezareta Parastinê dê di rojên pêş de dest bi bicihkirina erkên xwe bikin û li herêmê bi cih bibin.”

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *