Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir, hinceta ku Şam ji bo dirêjkirina agirbestê nîşan dide, diyar dike ku wê bijradeya leşkerî û êrişên zêdetir daye pêşiya xwe.
Rêveberiyê destnîşan kir, hikûmeta Şamê îdia dike ku agirbest bi hinceta veguhestina endamên DAIŞ`ê hatiye avêtin û ev zelal dike ku niyeta wan ya êrîşan heye.
Rêveberiyê bang li gel kir, di astên herî bilind de hişyar be û hertim amade be, tedbîrn ewlehî yên pêwîst bigire ku li gorî rêveberiyê, xeterî hîn jî li dijî gel û herêmên wan hene.
Rêveberiya Xweser bang li tevahî kurdan kir, xwepêşandan û nerazîbûnên xwe bidomînin, ji ber bajarê Kobanî hîn jî dorpêçkirî ye.
Bi gotina rêveberiyê Yekîtîya helwesta gel û xurtkirina ruhê berxwedanê garantiyên sereke yên sekna li hember van zehmetiyan e da ku aramî, ewlehî û edaleta gel pêk were.
Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê got, ew ji bo diyalog û aştiyê amade ne.
Qendîlprêss