Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar, der barê êrişên komên çekdar ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de nirxandinên girîng kirin. Çandar destnîşan kir ku ev êriş ne tesadufî ne û diyar kir ku piştî hevdîtinên di navbera Îsraîl û hikûmeta demkî ya Şamê de ku bi çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk hatine, ev pêvajo dest pê kiriye. Bi gotina Çandar, DYA’yê ji bo van êrişan hem ji Tirkiyeyê re hem jî ji Îsraîlê re ronahiya kesk pêxistiye daku her du alî li hemberî pêngavên hevdu yên li Sûriyeyê bêdeng bimînin.
Çandar bal kişand ser metirsiya mezin a li ser taxên Kurdan û destnîşan kir ku armanca bingehîn a van êrişan “paqijiya etnîkî” ye. Wî diyar kir ku niyeta êrişkaran ew e ku wekî mînaka Efrînê, Kurdan ji Helebê jî derxin û taxên wan bi temamî vala bikin. Çandar hişyarî da ku agahiyên di vî warî de gelek xeternak in û got ku li pişt van êrişan bê guman hêzên desthilata Tirkiyeyê hene, ku ev yek di nava gelê Kurd ê li Tirkiyeyê de jî bûye sedema hêrs û kîneke mezin.
Di dawiya axaftina xwe de, Parlamenter Cengîz Çandar bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê derkevin. Wî destnîşan kir ku wekî DEM Partî çi ji destê wan bê wê bikin û bang li qada navneteweyî jî kir ku ji bo rawestandina van êrişan demildest bikevin nava tevgerê. Çandar diyar kir ku divê ev rastiya li pişt êrişan bê dîtin û rê li ber plana valakirina taxên Kurdan bê girtin.
Qendîlprêss