Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî, bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku namzedê partiya wan ê ji bo posta Serokkomariya Îraqê, Nizar Amêdî ye. Gezneyî destnîşan kir ku Amêdî tenê namzedê fermî yê YNK’ê ye û ev biryar piştî nirxandinên navxweyî hatiye girtin.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku îro roja dawî ya tomarkirina navên namzedan e. Hat zanîn ku heta niha zêdetirî 40 kesan ji bo vê postê serlêdan kirine. Her çend di nav namzedan de hinek kesên ku berê endam an jî parlamenterên YNK’ê bûn hebin jî, partiyê bi fermî piştgirî da Nizar Amêdî.
Nizar Mihemed Seîd, ku di qada siyasî de wekî Nizar Amêdî tê naskirin, di sala 1968’an de li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye. Amêdî endezyarekî xwedî tecrûbe ye ku di sala 1993’yan de bawernameya lîsansê ji Zanîngeha Mûsilê wergirtiye.
Kariyera wî ya siyasî di nav refên YNK’ê de xwedî dîrokeke dirêj e. Ew berî sala 2000’î di Mekteba Sekreteriyeta Celal Talebanî de xebitiye û di serdema serokkomariya Celal Talebanî û Fuad Masûm de jî, wekî berpirsê nivîsgeha Serokkomariyê erk girtiye.
Nizar Amêdî, ku di navbera salên 2022 û 2024’an de Wezîrê Jîngehê yê Îraqê bû, niha berpirsê nivîsgeha Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Bexdayê ye. YNK bi namzediya wî dixwaze careke din posta serokkomariyê ku bi salan e di destê wan de ye, biparêze.
Qendîlprêss