Civîna Dîrokî li Şamê: Mezlûm Ebdî û Şandeya HSDê li Paytextê ne

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şandeyeke wan a pilebilind bi serokatiya Mezlûm Ebdî, ji bo gotûbêjkirina mijarên leşkerî gihîştiye paytexta Sûriyeyê, bajarê Şamê.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî ligel endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo niha li Şamê bi rayedarên hikûmetê re di civînê de ne. Mijara sereke ya vê serdana dîrokî “pêvajoya tevlîbûna leşkerî” û mîkanîzmaya yekbûna hêzan di bin sîstema parastina Sûriyeyê de ye.

HSDê tekez kir ku ev serdan di çarçoveya parastina taybetmendiya hêzên wan de tê kirin û amادekariya xwe ji bo bûnê beşek ji sîstema parastinê nîşan dane. Tê payîn ku hûrgiliyên zêdetir piştî bidofbûna civînan ji raya giştî re werin parvekirin.

تلاش دوباره

Îranê baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li Hewlêrê bi 3 mûşekan bombekir

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand ku baregehên wan ên li Dola Alaneyê ya Hewlêrê bi …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *