Îro, siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed û endama fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn re hevdîtinek pêk anî.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê ser Xê ragihand ku bi serdana Osman Baydemîr re pir kêfxweş bûye.
Bi gotina Ebdî, di hevdîtinê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herwiha pêvajoya aştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine nîqaşkirin û nirxandin.
Ebdî destnîşan kir ku hevdîtin erênî bûye û tê de girîngî daye piştgirîkirina hewildanên ji bo aştî, aramî û çareyên siyasî li Sûriyê û hemû herêmê.
Qendîlprêss