Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî dizîna zeytûnan ya gelê herêmê berdewam dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn–Sûriyê anî ziman ku roja 4’ê Mijdarê çeteyan berhema zeytûnan a bajaroka Bilbilê dizîne.
Rêxistinê navên wan kesan eşkere kir ku zeviyên wan ên zeytûnan hatine talankirin. Ev kes ev in:
Mistefa Ehmed Çolaq, Yehya Seydo Horo, Mistefa Ehmed Meimiş,
Mihemed Îsa Meimiş, Behrî Xelîl, Menan Qadir Seydo û Xelîl Nûrî Horo.
Di raporê de hate diyar kirin ku çeteyê bi navê “Ebû Cuma” û “Ebdulhefîz Berekat” dest danîne ser berhema hejmarek mezin ji welatiyên gundê Hesendêra.
Qendîlprêss