YRK’ê nasnameya şervaneke xelkê Başûrê Kurdistanê şehîd bûyî eşkere kir û got: “Heta Kurdistaneke azad, pêkanîna aştî û civaka demokratîk û bicih nîna hemû xeyalên şehîdan wê têkoşîna me dewam bike.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî şehadeta şervanekê daxuyaniyek nivîskî da.
YRK’ê destnîşan kir ku 23’yê Îlona 2025’an şervanê wan yê bi navê Azad Zagros ji ber rewşa tenduristî dema li ser rêya Merîwanê vegere Başûrê Kurdistanê li gel keseke ku heta niha navê wî nehatiye zelalkirin, di nava bajar de ji aliyê dezgeha Îstixbaratî ya Îranê û supay pasdaran ve li taxa Mûsk li nava wesayîtê tên gulebaran din û tên qetilkirin.
YRK’ê anî ziman ku şervanê wan Mihemed Husên Reşîd (Azad Zagros) xelkê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye û çend sal bûn li bajarê Merîwanê kar dikir û got: “Demek bû pirsgirêkên wî tenduristî hebû û ji bo tenduristiyê vegere Başûrê Kurdistanê.”
YRK’ê da xuyakirin ku rejîma Îranê li ser bûyerê ti daxuyaniyek nedaye û rewşê veşartiye û got: “Ev cûre qetilkirine komkujiye û sûcê şere. Ev komployeke bê exlaqî ye.”
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) sersaxî li malbata şehîd Azad Zagros, eşire Berzencî, hemû gel û welatparêzên Başûrê Kkurdistanê û Kurdistanê da û got: “Em soz û girêdana xwe ya bi Şehîd Azad Zagros re dubare dikin. Heta azadiya Kurdistanê, pêkanîna aştî û civaka demokratîk, her wiha bi cihanîna xeyalên hemû şehîdan emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Qendîlprêss