Bahçelî: Divê serokatiya PKK’ê bang li QSD’ê bike

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest-MHP’ê ya Tirkiyê Dewlet Bahçelî derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.

Bahçelî dibêje eger pêwîst bike divê parlementerên di komîsyonê de biçin Îmraliyê û peyamnên Rêber Apo ji raya giştî re parve bikin.

Her wiha bang li Rêber Apo jî kir da ku ji QSD’ê bixwaze ku li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere.

Bahçelî diyar kir ku Rêber Apo berpirsyarî girtiye ser milê xwe û banga 27’ê Sibatê kiriye.

Bahçelî dibêje bendewariya wî ji Rêber Apo ew e ku bi heman rengî bangê li QSD’ê bike, da ku li gorî Peymana 10’ê Adarê ya bi Hikumeta Veguhêz re hatiye îmzekirin tevbigere.

Her wekî anî ziman ji derve mayîna Reqa, Hesekê û Siwêdayê ji hilbijartinan jî ne li gorî rihê Peymana 10’ê Adarê ye.

Bahçelî: Pêwîst bibe divê komek endamên komîsyonê biçin Îmraliyê

Bahçelî diyar kir eger pêwîst bibe komek ji parlementerên ku di komîyonê de cih digirin biçin Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û peyamên Rêber Apo ji raya giştî re parve bikin û dibêje,

“Ez di vir de pirsgirêkê nabînim.

Ya ji bo derbasdar banga 27’ê Sibatê ye.

Divê ev bang bê rojanekirin, çarçoveya wê bê firehkirin û wê rê li ber pêşketinên girîng veke.”

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *