HPG’ê 7 gerîlayên şehîd Delîl, Karwan, Kawa, Gabar, Baran, Andok û Egîd bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku hevriyên wan yên ku her kêliya jiyana xwe bê teredût fedayê siberoja azad a gelê Kurd kirin, li Bakurê Kurdistanê bûn navê berxwedan û serketinê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşker kir.
HPG’ê got, em hevrêyên xwe Delîl Rojhilat, Karwan Şelûl, Kawa Serhed, Gabar Êlih, Baran Gabar, Andok Êrîş û Egîd Çiyager ên ku li Bakurê Kurdistanê li cih û demên cuda şehîd bûn, bi hurmetî bibîr tînin.
HPG’ê derbarê têkoşîn û kesayeta gerîlayên şehîd wiha anî ziman:
Hevrêyên me Delîl, Karwan, Kawa, Gabar, Baran, Andok û Egîd ku mîrateya têkoşîna efsanewî ya bi Fermandar Egîd re li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, bi berxwedana xwe îsbat kirin ku ew qehremanên layiq ên şehîdên me yên nemir û gelên bindest in.
Hevrêyên me yên ku her kêliya jiyana xwe bê teredût fedayê siberoja azad a gelê Kurd kirin, li Bakurê Kurdistanê bûn navê berxwedan û serketinê.
Hevrêyên me yên fedaî ku li hember teknîka bêsînor û bi hezaran êrîşên dagirkeran sîngên xwe kirin mertal û gelê me parastin, derbên giran li mêtingeran xistin.
Her wiha hevrêyên me ku gelek caran bi jiyan û berxwedana xwe propagandaya şerê taybet a mêtingeran têk birin, bi hilgirtina meşaleya berxwedanê ji Botan heta Amedê û ji Sehed heta Garzanê bûn çavkaniya serbilindiyê ji gelê me re.
Hevrêyên me Delîl Rojhilat, Karwan Şelûl, Kawa Serhed, Gabar Êlih, Baran Gabar, Andok Êrîş û Egîd Çiyager, ku ji nava dilê gelê me derketin û di xeta fedaîbûnê ya PKK’ê de mezin bûn, wekî nûnerên berbiçav ên kevneşopiya qehreman bûn pêşengên têkoşîna serketinê.
HPG’ê sersaxî ji malabata her 7 gerîlayên şehîd re xwest û soza şopandina riya wan da.
Qendîlprêss