Medya Iraqê ragihand ku karwanê yekem yê hêzên Emerîka yên li baregeha Eyn Esed ber bi Sûriyeyê ve dest bi vekişînê kir.
Li gorî agahiyên kanala Bexdad El Yum ya Iraqê ji çavkaniyek taybet ya leşkerî girtî, beşek ji hêzên Emerîkayê yên li Iraqê ber bi Sûriyeyê ve dest bi vekişînê kir.
Hate diyarkirin ku îro yekem karwanê hêzên Hevpeyamniya Navdewletî ku li dijî DAIŞ’ê hatibû damezrandin, ji baregeha Eyn Esed ya li parêzgeha Enbar vekişiya.
Gorî heman agahiyên di medya Erebî de hatî belavkirin, karwan bi rêya sereke ya Iraq-Sûriyê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê), bi taybetî ber bi Heseke û Dêrazorê ku baregehên hevpeymaniyê li wirin, ve rê ketiye.
Hate destnîşankirin ku ev pêngav di çarçoveya lihevkirina di navbera Iraq û Emerîkayê de li ser vekişîna hêzên Hevpeymaniyê ji nava xaka Iraqê de, hatiye pêkanîn.
Balyozxaneya Emerîkayê ya li Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku erkên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi vekişîna hêzên leşkerî yên Hevpeymaniyê ji Iraqê bi dawî nabin û got: “Çalakiyên leşkerî yên Hevpeymaniyê wê veguherin hemahengiya ewlehiyê ya di navbera Iraq û Emerîkayê de.”
Hêjayî gotinêye beriya çend rojan Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Hisên Elawî got: “Hevpeymaniya Navdewletî wê di meha Îlona îsal de, ji hinek baregehên xwe yên li Iraqê vekişe. Di çarçoveya lihevkirina di navbera Iraq û Emerîkayê de hatî îmzakirin, wê ji baregehên Eyn Esed û Balafirgeha Bexdayê vekişin.”
Qendîlprêss