Şandeya DEM Partî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome.”

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Kulliyeyê bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzî saetekê domiya. Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî tev li hevdîtinê bûn.

Şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya ji hêla Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê parve kirî wiha ye:

“Kedkarên çapemeniyê yên hêja;

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, îro li Beştepeyê bi birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Şandeya me, nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ji vir û şûnde dê bên kirin, parve kir. Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome.”

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *