Di encama êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê de, jinek hat kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê got ku hêzên asmanî yên Îsraîlê li avahiyeke bajarê Bebetiya li başûrê Lubnanê xist, di encamê de jinek hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Her wekî diyar kir, di heman demê de bi mûşekan li daristanên nêzî cihê êrişa destpêkê xist û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê got ku êrişên asmanî dezgeheke bin erdê “bi tevahî wêran kiriye” ku beşek ji projeya binesaziya Hizbullahê bû.
Derbarê mijarê, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun got ku “Îsraîl hemû bangên navneteweyî yên ji bo kêmkirina aloziyê paşguh dike.
Divê civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina van êrişan tevbigere. ”
Qendîlprêss