Mazlûm Ebdî: Şandeya yekgirtî ya Kurdî mafên destûrî yên Kurdan misoger dike

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku avakirina şandeya yekgirtî ya Kurdî gavek bingehîn di pêkanîna peymana 10’ê Adarê de ye û li kêlek şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî rêyek hevgirtî ye ku pabendîbûna rastîn a ji bo diyaloga neteweyî temsîl dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku avakirina şandeya yekgirtî ya Kurdî gaveke bingehîn di pêkanîna peymana 10’ê Adarê de ye, ku naveroka wê tespîtkirina mafên destûrî yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê ya yekgirtî de ye.

Di peyama xwe ya li ser X’ê de Mazlûm Ebdî got: “Naskirina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û adilane ku tevahî beşdar bibin, e.”

Mazlûm Ebdî wiha domand: “Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya Kurdî rêyek hevgirtî ava dikin ku pabendbûna me ya bi diyaloga neteweyî wekî vebijrêka stratejîk ber bi siberojek ku edalet û wekheviyê pêk tîne, temsîl dike.”

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *