Thomas Barrack: Peymana Sykes-Picot bû sedema êşên gelan û parçebûna Sûriyeyê

Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack li ser platforma xwe ya X’ê got, destwerdana derve û parçebûna Sûriyeyê li gorî Sykes-Picot ji bo gelan êş û zehmetî çêkirin û sînorên bi ximavê hatine xêzkirin û ferzkirin ji bo armancên mêtingeriyê bûn.

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack got parçekirina Sûriyeyê şaşiyeke dîrokî bû û gelek nifş bûn qurban. Barrack diyar kir ku bi hilweşandina rejîma Beşar Esed re wê rê li ber pêvajoyeke rastîn a aştiyê vebe û got divê çareseriya li Sûriyeyê ji aliyê hêzên derve ve neyê ferzkirin.

Barrack di peyameke xwe ya li ser platforma X’ê de destnîşan kir ku şaştiya ku beriya sedsalekê dema rojavayiyan nexşe û sînor bi pênûsê ferz kirine nayên dubarekirin. Bi vê yekê îşaret bi peymana Sykes-Picotê dike. Barrack teqez kir ku “Serdema destwerdana rojavayî bi dawî bû.”

Barrack diyar kir ku wê siberoj çareseriyên herêmî, hevkarî û dîplomasî yên li ser bingeha rêzgirtinê bin.

Barrack destnîşan kir ku trajediyên Sûriyeyê ji parçebûnê dest pê kirin û çareser bi rûmetê, yekrêzî û xebata bi dewletên herêmê re bêyî derbaskirinê, dest pê dikin.

Barrack hilweşîna rejîma Esed rêya aştiyê vekir û rakirina cezayan wê rê bide Sûriyeyiyan ku rêyeke nû ya ber bi geşkirin û ewlehiyê ve bibînin.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *