Abdulla Ocalan: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Abdulla Ocalan yê bi şandeya DEM Partî re peyamek şand got: “Li ser bingehê hiqûqa xwişk-biratiyê pêwîstî bi peymaneke nû heye. Tişta em dikin tê wateya guherîna pradîgmayeke mezin. Cewherê xwişk-biratiya Kurt-Tirkan tiştek pir cuda ye, ya tê xirakirin têkiliya xwişk-biratiyê ye.”

Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û parêzerê Rêber Apo Faîk Ozgur Erol ji bo dîtina Ocalan çûbûn Îmralî. Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de peyama Ocalan ya hate belavkirin wiha ye:

“Ji bo bi Sirri Sureyya Onder re cara herî dawî neaxivîm poşmanim. Bîranîneke wî ya bi nirx heye. Divê bê jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê keseke zana bû. Em ê valatiya wî nedin hîskirin.

Li ser hiqûqa xwişk-biratiyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.

Tişta em dikin guherîneke mezin a pradîgmayê ye.

Cewherê têkiliyên Kurt-Tirk cuda ye, ya tê xirakirin têkiliyên xwişk-biratiyê ye.

Xwişk-bira şer dikinî, yek bê ya di nabe. Ew xefik û mayînên ku vê tikiliyê xirab dikin, yek bi yek emê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin.

Bi rêya şandeya xwe, peyam û hêviyên piştevaniyê yên ji bo min û girêdayî pêvajoya aştî û biratiyê dîsa nameyên rewşenbîran şandî di kesayeta Alain Badoou û Slavoj Zixek de spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê bi xebatên hevpar ên enternasyonalîst û sosyalîst hev bibînin.

18’ê Gulana 2025″

تلاش دوباره

Salar Rengemîz, bi tawanên sîxurî û xerabkirina ciwanan, li Sine hat cezakirin

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, der barê çalakiya ku li bajarê Sine pêk anîne de daxuyaniyek …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *