2’ê Nîsanê li dijî Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Surreya Onder ku 3’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, hewldaneke sûîqestê tê kirin.
DEM Partî têkildarî buyerê dibêje Onder partî agahdar kiriye, cihên fermî yên pêwendîdar re jî hatiye ragihandin lê têkildarî lêkolînê hê encameke şênber negihiştiye wan.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê têkildarî nûçeyên ku derbarê mijarê de hatin weşandin de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “2’ê Nîsanê erkdarê otoparkê dema ku wesayita Sirri Sureyya Onder diajot, ji dengê ji lastîkên wesayitê hat kete nava gumanan û wesayit bir servîsê.
Di encama lêkolînê de li pişt lastîkê aliyê çepê xefikek tûj a ji hesin hate dîtin ku dikarîbû lastîkê biteqîne.”
Her wiha tê diyar kirin Onder ev bûyer ji partiyê re ragihand û cihên pêwendîdar yên fermî hatin agahdar kirin.
Hate gotin ji ber hesasiyeta lêkolînê bûyer ji raya giştî re nehate ragihandin û têkildarî lêkolîn û lêpirsînê hîn encameke şênber negihîştiye destê wan.
Qendîlprêss