Şeş sal piştî îmzekirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê, hîn jî gelek ji xalên wê nehatine cîbicîkirin. Bajar hîn di bin bandora komên çekdar de ye û bi hezaran koçber di konan de li benda veger û qerebûkirinê ne.
Nûnerên Êzidî dibêjin ev rêkeftin bêyî beşdariya wan hatî amadekirin û di pratîkê de êdî karê xwe winda kiriye. Li gorî wan, her sê mijarên bingehîn ên rêkeftinê, ku ewlehî, îdarî û avakirin in, hîn jî nehatine cîbicîkirin. Dosyaya ewlehiyê ne di destê hêzên polîsên herêmî de ye û nakokiyên siyasî hîn jî rê nadin rêveberiyeke serbixwe ava bibe.
Di warê qerebûkirinê de jî, tevî avakirina komîteyekê di Adara 2024-an de, ji ber nebûna budçeyê ti pere nehatine belavkirin. Ji 6 hezar kesên ku navên wan hatine tomar kirin, tenê nêzîkî 3 hezar kesan çeka pere wergirtine, lê ji ber kêmbûna pereyên zelal di bankayan de nikarin pereyên xwe bistînin.
Yasaya “Rizgarbûyên Êzidî” ya ku di sala 2021-an de hate pejirandin, mafên wekî mûçeya mehane, parçe zewî û fersendên karê ji bo rizgarbûyan destnîşan dike. Lêbelê, cîbicîkirina van mafan hîn bi hêdî dimeşe.
Şingal, ku di sala 2014-an de rastî komkujiyê hat, hîn jî bi pirsgirêkên ewlehî, siyasî û aborî rû bi rû ye. Nakokiyên navbera aliyan rê li ber projeyên avakirinê û vegera ewledar a koçberan digirin.
Qendîlprêss