Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî careke din xewnên xwe yên osmanî vegotin û eşkere kir ku ew ê tu carî ne Kerkûk û ne Mûsilê ji bîr neke.
Bahçelî ya di dilê xwe de dibêje ku Kerkûk, emaneta pêşiyên wan e û bi eşkreyî behsa Mîsqa Millî kir û got ku ew qada ku ev xet lê dibe rê, cografyaya Peymana Neteweyî ye.
Bahçelî destnîşan dike ku ew ne Kerkûkê ne jî Mûsilê ji bîr dikin û ew dê birayên xwe bi tenê nehêlin.
Wî behsa parêzgerê nû yê Kerkûkê jî kir û got ku “Geşedanên ku îro li Kerkûkê diqewimin ji vî alî ve gelekî bi wate ne.
Bi gotina wî, vê geşedanê careke din ragihand ku hebûna Tirkmenan a li Kerkûkê nayê paşguhkirin, nayê nedîtin û nayê tunekirin.
Devlet Bahçelî idia kir ku ev sîstem Ereban dernaxîne derve, Kurdan ji xwe xerîb nake û Suryanan jî tune nake; her weha hiqûqa her kesî diparêze lê hebûna Tirkmenan jî wekî rastiyeke bingehîn û avaker qebûl dike.”
Serokê MHPyê Kerekûk wekî parçeyekî ji dîroka xwe pênase kir û got ku Kerkûk mîrateya wan e û dê careke din nebe mijara maseyên danûtandinan.
Devlet Bahçelî nexşeya di serê xwe de eşkere kir û diyar kir ku ji Kerkûkê heta Turkistana Rojhilat, ji Qerebaxê heta Qibrisê, em li kêleka hemû birayên xwe ne ku navê wan ‘dilsozî’ ye.
Qendîlprêss