Trump: Bila Kurd ji Şerê Îranê dûr bikevin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew naxwaze hêzên Kurd herin nav Îranê û zererê bibînin.

Trump diyar kir ku eger Kurd tevlî vî şerî bibin, ew dê mirinê ji bo xwe bînin.

Birêvebirê Nivîsgeha Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde, li Ofîsa Oval pirs ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Diyar Kurde amaje bi daxuyaniyên Trump ên di pêşerojê de kir ku tê de gotibû naxwaze hêzên Kurd tevlî şerê Îranê bibin.

Kurde pirsî ka Trump niha jî heman nêrînê diparêze yan na.

Donald Trump bersiva Rûdawê da û got: “Ez dixwazim ew dûr bikevin. Ez dixwazim ew dûr bikevin çimkî ez di wê baweriyê de me ku dê hinek pirsgirêk ji wan re pêk werin.”

Serokê Amerîkayê derbarê metirsiya li ser jiyana hêzên Kurd hişyarî da û wiha peyivî:

“Ez nafikirim… mebesta min ew e ku ew dê mirinê ji bo xwe bînin. Loma ez dixwazim ew dûr bikevin.”

تلاش دوباره

Trump Operasyona ‘Projeya Azadiyê’ ya li Tengava Hurmizê rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana rawestandina operasyona “Projeya Azadiyê” ya ji bo parastina keştiyên li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *