Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku dê nasnameya Sûriyeyê ji bo Kurdan vegerînin û li 5 parêzgehên Sûriyeyê navenda pêdana nasnameyan bên vekirin.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl a ser bi Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, li gorî mersûma hejmara 13an Serokatiyê, roja duşemiya bê, li pênc parêzgehên Sûriyeyê, kesên ku bê nasnameya Sûriyeyê ne dikarin formên wergirtina nasnameya Sûriyeyê pêşkêş bikin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl, qonaxa yekem dê taybet bibe bi wergirtina daxwaziyan û piştraskirina belgehnameyên yasayî.
Li gorî daxuyaniyê, navendên taybet ên ji bo wergirtina daxwaziyên welatiyan li parêzgehên Şam, Heleb, Reqa, Dêrazor û Hesekê hatine amadekirin û dê ji roja duşemiyê ve pêşwaziya welatiyan bikin.
Di 16ê Çileya 2026an de Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i mersûma Komar a hejmara 13an derxist ku li gorî wê welatiyên Kurd beşeke sereke û resen in ji gelê Sûriyeyê û nasnameya wan a rewşenbîrî û zimanê beşeke neveqetiyayî ji regeznameya nîştimanî ya Sûriyê ye.
Hikûmeta Beasê di sala 1962yan de serjimarî li parêzgeha Hesekê pêkanî û zêdetirî 100 hezar Kurd ji nasnameya Sûriyeyê bêpar hiştin.
Li gorî daneyan heya sala 2011an hejmara kesên bênasname 517 hezar derbas kir, lê piştî mersûma serokatiya Sûriyeyê di salên piştî 2011 nêzî 300 hezar kesan dûbare nasname wergirtin û hîna zêdetirî 150 hezar Kurd bê nasname ne.
Qendîlprêss