Wezareta Parastinê ya Tirkiyê: Em tevgera PJAK ji nêzve dişopînin

Li gor ragihandina Qendîl-Prêssê, bi vegotina Ronahî TV, Di wextekî ku li dijî Komara Îslamî ya Îranê êrişek berfireh tê kirin de, careke din hêzên Kurdan di hedefa Tirkiyê de ne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê gef dixwe û dibêje; Em tevgera PJAK ji nêzve dişopînin.

Wezareta Parastina Tirkiyê di civîna xwe ya heftane ya nirxandinê de reşa li Îranê xala sereke bû.

Wezaretê diyar kir, ew mafê xwe yê bersivdayîna her êrişeke ku çavkaniya wan çibe diparêzin.

Lêbelê, beşa herî balkêş a daxuyaniyê têkildarî tevgerên Kurdî li Îranê bû.

Wezaretê ragihand ku ew Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê, bi baldarî dişopînin.

Di daxuyaniya xwe de careke din partiyek Kurd a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê têkoşîn dike weke teror binavkir.

Tirkiyê her wiha diyar kir ku li ser sînorê Îranê ti kombûneke leşkerî an çalakiyek neasayî tune.

Hêjayî bibîrxistinêye ku bi despêka êrişên li ser Îranê re, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan jî heman gotin ji bo tifaqa Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan Îranê dubare kiribû.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *