Fermandariya Artêşa Sûriyeyê: Civîna me bi HSDyê bi atmosfereke erênî derbas bû

Fermandariya Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê behsa civîna xwe û HSDyê kir û bi “erênî” bi nav kir.

Fermandariya Artêşa Sûriyeyê duh çûbû Hesekê û bi Fermandarên HSDyê civiya û li ser berdewamiya bi cihanaîna xalên peymanê û cihê belavbûna hêzê nîqaş kirin. Di dawiya civîna xwe de, çûbûn serdana hin xalên leşker. Fermandariya Artêşa Sûriyeyê ev daxuyanî da û behsa hin xalan kir.

“Şandeyek ji Fermandariya Operasyonan, tevî çend efserên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê, civînek li dar xist û pişt re gera meydanî ya çend dever û cihan li parêzgeha Hesekê, bi beşdariya nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), pêk anî. Gera me bi atmosfereke erênî derbas bû.”

Berdewam kir û got: “Armanca civîn û gera meydanî ew bû ku li ser erdê dest bi bicihanîna peymana ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de hatiye girêdan bikin. Ji bo destpêkirina bicihanîna bendên peymanê di nav çend rojên pêş de, li ser demên diyarkirî, me li hev kir.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Peyman vekişîna ji deverên sivîl bo cihên leşkerî yên diyarkirî, vekirina rêyan, hevkariya di rakirina mayînan û rêbendên axî de û lezandina pêvajoya entegrasyonê vedihewîne.”

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *