Salih Muslim, endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê, li ser daxuyaniyên dawî yên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî yên li ser entegrasyona leşkerî, nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kir ku rewşeke nû li Sûriyeyê rû daye. Wî anî ziman ku ev pêvajo bi pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ve ne girêdayî ye û helwesta Tirkiyeyê di vê hevsengiyê de nîne.
Entêgrasyona Leşkerî û Rola QSD’ê
Muslim got ku meseleya entegrasyonê, ku di “Peymana 10’ê Adarê” de hebû, ji ber helwesta hikumeta demkî ya Şamê hatibû rawestandin. Lê belê, serdana nûnerên DYE’yê (Thomas Barrack û Amiral Brad Cooper) ji bo Rêveberiya Xweser cidiyetek da pêvajoyê, lewma heyetek ji Rêveberiya Xweser û QSD’ê çû Şamê.
Wekî encama vê civînê, Mazlûm Ebdî behsa entegrasyonê kir. Muslim diyar kir ku di çarçoveya entegrasyonê de, herêmên Rêveberiya Xweser wê di bin kontrola QSD’ê de bimînin. Her wiha ew pêşbînî kir ku QSD wê bibe hêza “dendik” ango hêza esasî ya Artêşa Sûriyeyê ya nû.
Têkoşîna Hevpar a Dijî DAIŞ’ê
Muslim bal kişand ser zêdebûna bandora DAIŞ’ê li gelek herêman, nemaze piştî vekişîna Rûsan. Wî eşkere kir ku Koalîsyona Navneteweyî dixwaze bi hevkariya Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) û hêzên nû yên Şamê re, qada têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berfireh bike. Ango, hêzên QSD’ê (YAT), yekîneyên Şamê û Koalîsyona Navneteweyî wê li seranserê Sûriyeyê li dijî terorê têbikoşin.
Pêwîstiya Sîstemeke Nenavendî û Nêrînên Ocalan
Salih Muslim destnîşan kir ku ji bo parastina cihêrengiya Sûriyeyê, pêwîstî bi “sîstemeke nenavendî” wekî xweseriyê heye, û ev nêrîn hêdî hêdî di navbera aliyan de tê qebûlkirin.
Herwiha wî got, biryarên Rêveberiya Xweser bi rasterast bi pêvajoya çareseriyê ya Ocalan ve ne girêdayî ne, lê belê ew “sûdê” ji felsefe û nêrînên wî digirin. Wî tekez kir ku Tirkiye hewl dide bi spekulasyonan têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Ocalan de xirab nîşan bide, lê ev ne rast e. Muslim ji gel xwest ku ji Rêveberiya Xweser bawer bike, çimkî ew xurt in û li ser bingeha fikrên Ocalan dimeşin.
Qendîlprêss