Di êrişa li Reqayê de 2 şervanên QSDˊê birîndar bûn

QSDˊê aşkera kir ku hêzên wê li gundewarê kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrişekê hatiye, di encamê de 2 şervan birîndar bûne. QSDˊê diyar kir ku operasyonên wê yên ewlehiyê yên ji bo şopandina şaneyên ku hewl didin ewlehî û aramiya Herêmê têk bibin dewam dikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke nenas li ser rêya gundê Miêzîle yê bakurê Reqayê êrişî wesayîteke leşkerî ya QSDˊê kir, di encamê de 2 şervan birîndar bûn.

Hêzên di daxuyaniya xwe de diyar kir ku yekîneyên wan tavilê ketin tevgerê, dest bi lêgerîna wan û serdegirtina êrişkaran kir. Hêzan aşkera kir ku operasyonên ewlehiyê yên şopandina şaneyên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin dewam dikin.

QSDˊê destnîşan kir ku ev êriş “li pêş berdewamkirina erkên me yên parastina sivîlan û misogeriya ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabin asteng.”

تلاش دوباره

Hûrgiliyên Pêvajoya Radestkirina Çekên PKKê û Cihbicihkirina Yasaya Nû

Li gorî raporên medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê, hûrgiliyên pêvajoya hilweşandin û radestkirina çekên PKKê û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *