Serokê Meclîsa Tirkiyeyê: Bi ti awayî Kurdî nikare bibe zimanê fermî li Tirkiyeyê

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê û her wiha Serokê Komîsyona Meclîsa Tirkiyeyê ya têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Nûman Kûrtûlmûş têkildarî rojeva komîsyonê axivî.

Kûrtûlmûş got piştî ku PKK’ê “yên li Sûrî jî tê de, dema ku bi tevahî pêkhateyên xwe ve” çek danî wê gavên qanûnî bêne avêtin.

Nûman Kûrtûlmûş wiha axivî: “‘Bila meclîs hemû vesaziyên qanûnî çêke û piştî wê rêxistin gavê biavêje.’ Feraseteke wisa nabe.”

Kûrtûlmûş got hevdîtina li gel Rêber Apo hêna ne di rojeva wan de ye û wiha domand: “Jixwe Şandeya Îmraliyê gelekî zêde diçe serdana Îmraliyê û bi rêka wê nêrînên xwe tîne ziman. Her wiha, bi rêka parêzerên xwe jî têkildarî siyasetê, pêvajoyê nêrînên xwe tîne ziman.”

Kûrtûlmûş diyar kir ku ev komîsyon ne komîsyona amadekirina qanûnê ye, piştî ku pêşniyarên partiyan kamil bûn wê van wekî raporê pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê bikin.

Her wiha got piştî 3-4 civînên din wê merheleya guhdarîkirinê bi dawî bibe.

Kûrtûlmûş di axaftina xwe de têkildarî pêvajoyê mînaka bisikletê da, got ev tenê bi pedelekî nameşe û berpirsiyarî avêt ser Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Kûrtûlmûş wiha got: “Divê raya giştî ya Tirk bi rastî tatmîn bibe. Divê Sûrî jî tê de, hemû endamên rêxistinê yên giştî pêkhateyên wê îlan bikin ku ew tevlî vê bangê dibin. Piştî ku ev rewş ji aliyê yekeyên me yên ewlekariyê ve hatin tespîtkirin û tescîlkirin, wê welatê me ji hebûna PKK’ê xelas bibe. Piştî vê merheleyê wê pêwîstî bi hin vesaziyên qanûnî çêbibe.”

Têkildarî perwerdeya zimanê Kurdî jî Nûman Kûrtûlmûş got: “Nabe ku mirov ji derveyî Tirkî behsa ti zimanekî duyemîn jî bike.”

Bi berdewamî jî ev lê zêde kir: “Divê mirov têkildarî ziman siyaseteke cudaxwaz neşopîne.”

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *