QSDˊê li Dêrazorê êrişeke şaneya DAIŞˊê têk bir û serçeteyekî girt

Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku li bajarokê Dernic ê Dêrazorê êrişeke şaneya DAIŞˊê têk bir û serçeteyê wê girt û li bajarokê Ebrîha jî êrişeke din a şaneyan têk bir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku serçeteyê şaneyeke DAIŞˊê li bajarokê Dernic ê rojhilatê Dêrazorê girtiye û li bajarokê Ebrîha yê heman bajarî êrişa dijî bendeke ewlehiyê têk biriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya QSDˊê êrişa şaneyeke terorîst a DAIŞˊê ya li bajarokê Dernic têk biriye, di encamê de serçeteyekî wê şaneyê hate girtin. Ew serçete piştî di pevçûnê de birîndar bû hate girtin. Di pevçûnê de şervanekî me şehîd bû û 2 şervan jî birîndar bûn.

Li bajarokê Ebrîha jî şaneyên rêxistina terorîst hewl da bi motorsiklêtan û çekên klaşînkovê êrişî bendeke ewlehiyê bikin, lê şervanên me bersiv da û êriş têk bir. Bi wê re endamên terorîst, piştî yek ji wan birîndar bû, paşve vekişîn. Dûre jî hêzan ji bo misogeriya ewlehî û îstîqrarê li herêmê hemleyeke paqijkirinê da destpêkirin.”

تلاش دوباره

Hûrgiliyên Pêvajoya Radestkirina Çekên PKKê û Cihbicihkirina Yasaya Nû

Li gorî raporên medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê, hûrgiliyên pêvajoya hilweşandin û radestkirina çekên PKKê û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *