Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina şaneyeke hevbeş ji bo vegerandina malbatên DAIŞ`ê yên di kampên Hol û Roj de bi erênî nirxand. Rêveberiyê destnîşan kir ku ji bo qerebokirina mexdûran, divê dadgeh li herêmê bên avakirin ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê yên sûc li dijî sûriyeyiyan kirine, bên darizandin.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener El Giêt li ser malpera Rêveberiya Xweser wiha nivisî: “Rêveberiya Xweser ragihandina, avakirina şaneya hevbeş ji bo vegerandina malbatên DAIŞ`ê ji kampên Hol û Roj, bi erênî nirxand.”
El Giêt diyar kir ku rêveberiyê wek aliyekî şaneya hevbeş li kêleka Koalîsyona Navneteweyî her tim bang li dewletên têkildar kiriye ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î ji her du kampan vegerînin.
El Giêt destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser rûbirûyî astengiyên têkildarî birêvebirin û dabînkirina van kampan hatiye hiştin.
El Giêt anî ziman ku Rêveberiya Xweser dixwaze ku li kêleka vegerandinê, ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên sûc li dijî sûriyeyiyan kirine, dadgehên adil û zelal li herêmê bên avakirin.
El Giêt aşkera kir ku Rêveberiya Xweser di vî warî de amade ye dest bi darizandinan bike û got ku ji bo Rêveberiya Xweser “ev gav ji bo qerebokirina bi hezaran mexdûran ev gav cewherî ye”.
Qendîlprêss