Şaredariya Parîsê bi amadebûna Mesûd Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê bi merasîmeke fermî “Rêya Pêşmerge” vekir.
Şaredara Parîsê di axaftina xwe de pesnê cesareta gelê Kurd da û got, “Têkoşîna we ji bo azadiyê, têkoşîna me ye jî.” Barzanî jî ev pêngav wekî “bûyereke dîrokî” bi nav kir û got, “Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê terorê dike.”
Goujon: Ev ne tenê karekî îdarî ye, rêzgirtin e
Serokê Şaredariya Herêma 15emîn a Parîsê Philippe Goujon di destpêka merasîmê de axivî.
Goujon got, “Tişta ku em îro dikin, ne tenê karekî îdarî ye, belkî rêzgirtina ji bo nirxên mirovî ye.”
Philippe Goujon, Pêşmerge wekî “hêza berxwedana gelê Kurd û sembola têkoşîna ji bo rûmet û azadiyê” bi nav kir.
Wî berxwedana Pêşmergeyan a li hemberî rejîma Sedam Husên û rola wan a dîrokî ya di şerê li dijî DAIŞê de bi bîr anî û got, “Bêyî Pêşmergeyan, pêşveçûna DAIŞê dê pir xwînîtir û wêrankertir bûya.”
Goujon her wiha pesnê jinên şervan da ku di şerê Kobaniyê de li dijî DAIŞê rawestiyan.
Hidalgo: Cesareta gelê Kurd di dilê me de deng vedide
Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê bal kişand ser dostaniya kûr a di navbera gelê Fransa û Kurdan de.
Hidalgoyê got, “Cesareta gelê Kurd û têkoşîna wan a ji bo nirxên wekî wekheviya jin û mêran, di dilê me de deng vedide.”
Hidalgoyê serdana xwe ya sala 2015an a Hewlêrê bi bîr anî û got, “Ez hatim da ku spasiyê bikim, ji ber ku me dizanî şerê sereke yê li dijî terorê li wir dihat kirin.”
Şaredara Parîsê bi awayekî fermî Serok Barzanî vexwend merasîma 10emîn salvegera êrişên terorîstî yên li ser Parîsê û got, “Têkoşîna we têkoşîna me ye jî. Dîroka Kurdan, dîroka Parîsê ye jî.”
Qendîlprêss