Rêveberiya Xweser: Di vê dema zehmet de pişta me bi hevgirtina gelê me xurt e

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ji bo şikandina îradeya gel û desteserkirina biryara wî ya demokratîk e û diyar kir “Di vê dema tevlihev û zehmet de pişta me bi zanebûna gelê me û hevgirtina wî xurt e.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisên Rêveberiya Xweser, li Reqayê hat dayîn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gel geşedanên ku li herêmê rû didin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin û hewldanên tevahî pêkhateyan ên parastina herêmê asteng bikin.

Bê guman armanc ji van hewldanan qirkirina komî ye. Di heman demê de siyaseteke ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin da ku rewşê tevlihev bike, rê li ber berfirehbûna tundrawiyê veke û plana ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve daye destpêkirin, bi cih bîne.

Armanca êrişên li ser Minbicê û herêmên me yên din, şikandina îradeya gelê me ye û desteserkirina biryara wî ya demokratîk e. Her wiha ji bo têkbirina hewldanên me yên avakirina aramiyê ye. Ev êriş di heman demê de wek tolhildaneke diyar ji têkoşîna me ye ku di dirêjahiya 10 salan de me li dijî teror û çeteyan kiribû.

Em teqez dikin ku em tevahî erkên xwe li hemberî gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin. Em ê li hemberî tevahî projeyên bi armanca têkbirina îradeya me, bisekinin. Em li ser bingehê xweparastinê projeya xwe biparêzin. Di vê dema tevlihev û zehmet de pişta me bi zanebûna gelê me û hevgirtina wî xurt e.

Serkeftinên ku me bi dest xistine, bi saya vê hevgirtinê ne. Careke din em dubare dikin ku bingeha herî xurt a bidestxistina serkeftinê û parastina destkeftiyên ku me di salên dawîn de bi xwînê bi dest xistine, yekitiya hemû pêkhateyên gel e.”

تلاش دوباره

Hûrgiliyên Pêvajoya Radestkirina Çekên PKKê û Cihbicihkirina Yasaya Nû

Li gorî raporên medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê, hûrgiliyên pêvajoya hilweşandin û radestkirina çekên PKKê û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *