QSD: Hêzên me li rojhilatê Helebê nîn in

QSDˈê îdiayên “QSDˈê ku ber bi gundewarê Helebê ve pêş de diçin” derewandin û diyar kir ku tu guhertin di nexşeya belavbûna hêzên wê de çênebûye.

Navend Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî îdiayên “QSDˈê li gundewarê rojhilatê Helebê pêşde diçe” de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin “Hin dezgehên ragihandinê yên dijber agahî belav kirine ku hêzên me ber bi herêmên rojhilatê Helebê ve pêşde diçin. Em teqez dikin ku ev agahî ne rast in. Tu guhertin di nexşeya leşkerî ya belavbûna hêzên me de çênebûye. Hêzên me di du rojên dawîn de bersiva gelek êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser herêmên di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê de dan. Di encamê de hejmarek kuştiyên çeteyan çêbûn û hinek cenazeyên wan ketin destê şervanên me.”

تلاش دوباره

Hûrgiliyên Pêvajoya Radestkirina Çekên PKKê û Cihbicihkirina Yasaya Nû

Li gorî raporên medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê, hûrgiliyên pêvajoya hilweşandin û radestkirina çekên PKKê û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *