Koçberên li Şehbayê ku li ser biryara meclisa gel careke din koçber dibin, ev 6 sal bûn li dijî hemû êriş, dorpêç û zehmetiyên jiyanê li berxwe didan, têdikoşiyan.
Herêma Şehbayê ev 6 sal in di rojeva herêmê û cîhanê de cih digire. Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2018’an Efrîn dagir kir, bi sed hezaran xwecihên bajar û derdora wê neçar man ku koçber bibin. Beşek ji koçberan li Helebê bi cih bûn, lê piraniya wan derbasî herêma Şehba bûn.
Zêdetirî 200 hezar koçber, li herêmeke ku 3 aliyên wê ji aliyê çeteyan ve, aliyek wê jî, ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye girtin, hêm têkoşîna jiyanê meşand, hem jî, dijî êrişên çeteyên dagirker, li ber xwe dan.
ÊRIŞÊN DAWÎ
Dema ku çeteyên HTŞ`ê (Cebhet El-Nûsra ya berê) û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di êvara 26`ê Mijdarê (2024) de êrişî Heleb û Idlibê kirin, Şehba vê carê ji hemû aliyan ve bi temamî hat dorpêçkirin. Çeteyên dewleta Tirk li dijî herêma Til Rifat û Şehbayê di 2’yê Kanûnê (2024) de êrişên xwe berfirehtir kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ku 6 sal in herêmê diparêzin, li hemberî êrişên ji çar aliyan ve tên kirin, berxwedanek mezin nîşan da û hîn jî vê berxwedana xwe didomînin. Koçberên li kampan dijî, heta kêliya dawiyê jî diparêzin.
EWLEKARIYA GEL Û BIRYARA MECLISÊ
Li aliyê Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê îro (2 Kanûn 2024) daxuyaniyek da û ev peyam da; “Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo parastina me berxwedanek bêhempa nîşan da. Ji bo ku gelê me rastî komkujiyan neyê, ji bo ku kesên bêguneh neyên qetilkirin, me biryar da ku ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin derkevin. Em teqez dikin ku derketina me ya ji herêma Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedana xwe ya rizgarkirina Efrînê berdaye; lê belê me di salên dawîn de tevahî mercên zehmet di kampan de tehmul kir û ji niha û şûde wê têkoşîna me bi awayekî xurttir bidome. Em dê ji bo rizgarkirina xaka xwe û warê ji dagirkeran hemû hewldanan bikin.”
Piştî daxuyaniya meclisê, koçberên herêmê kom bi kom dest bi derketina ji herêmê kir.
PÊNÇ KAMP, 200 HEZAR KOÇBER
Di 2018`an de artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê 58 rojan bi balafirên şer û hemû cure çekên qedexekirî, erîşî Efrînê kirin û di dawiyê de herêm hat dagirkirin.
Bi sed hezaran welatiyên Efrînê neçar man koçber bibin û li Şehbayê bicîh bûn. Hin koçberên din jî li bajarokên Til Rifat, Ehras, Ehdas, Fafîn û 40 gundên girêdayî Şehpayê bicîh bûn.
Ji bo hezar koçberan li herêma Şehbayê her wiha 5 kampên bi navê Serdûm, Berxwedan, Efrîn, El-Ewda û Şehba bi cih bûn.
Li gorî daneyên herî dawî, li pênc kampan 8 hezar û 94 koçber dijîn.
Hejmara koçberên li kampan:
Kampa Berxwedan: 702 malbat bi gişti 2 hezar û 772 kes
Kampa Serdem: 904 malbat, bi giştî 3 hezar û 774 kes
Kampa Efrîn: 122 malbat, bi giştî 498 kes.
Kampa El-Ud: 145 malbat bi giştî 584 kes.
Kampa El-Şehba: 104 malbat bi giştî 466 kes.
PERWERDE Û XIZMET
Li kampa Berxwedan navenda Heyva Sor, bazar, pirtûkxane û dibistan hebûn ku ji bo xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî perwerde dihat dayîn. Zarokên li kampê dijîn, tevî zarokên ji herêm û gundên derdorê, xwe li van dibistanan tomar dikirin. Di kampa Serdemê de navenda Heyva Sor, pirtûkxane, bazar û dibistaneke taybet a xwendekarên dibistana seretayî hebûn.
DORPÊÇ Û ÊRIŞ
Koçberan di şertên zehmet de jiyanek ava kir, lê Hikûmeta Şamê jî dorpêç wekî çekekê li dijî gel bikar anî; li ser koçberan mazot, av, derman, pêdiviyên jiyanî qût dikirin. Ji ber dorpêçê gelek zarok û kesên temen mezin jiyana xwe jidest dan.
Artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî bi êrişên balafirên keşfê yên biçek û çekên giran komkujî pêk anîn.
Yek Ji komkujiyan dîsa di roja 2’yê Kanûn 2019’an de li Til Rifatê pêk hat. Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 8 jê zarok, 10 kes şehîd bûn û 8 jê zarok, 12 kes jî birîndar bûn.
Êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser herêmê hîn jî didomin.
Qendîlprêss







