Mezlûm Ebdê: Hêzên me ji gelek aliyan ve rastî êrîşên dijwar hatin

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê diyar kir hêzên wan ji gelek aliyan ve rastî êrîşên dijwar hatin. Her wekî anî ziman ku ew kar dikin ku bi hemû aliyên Sûriyê re danûstandinê bikin da ku parastina gelê xwe misoger bikin.

Mezlûm Ebdê derbarê geşedanên dawî de li ser malpera xwe ya Twitter got:

“Bûyerên li bakur-rojavayê Sûriyê bi lez û bez geş bûn, hêzên me ji gelek aliyan ve rastî êrîşên dijwar hatin.

“Hêzên me bi qehremanî gelê me li Heleb, Til Rifat û Şehba parastin”

Bi vekişîna artêşa Sûriyê û hevalbendên wê re, me destwerdan kir ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera herêmên me yên rojhilat, Heleb û Til Rifetê de, da ku gelê xwe ji komkujiyan biparêzin.

Lê êrîşên komên çekdar ên ku dagirkeriya Tirk piştgirya wan dike ev korîdor qut kir.

Hêzên me bi lehengî gelê me li Heleb, Til Rifat û Şehbayê parastin.”

Mazlum Ebdî: Berxwedana hêzên me li taxên Kurdan ên Helebê didome

Ebdê di dawiyê de wiha got:

“Em kar dikin ku bi hemû aliyên Sûriyê re danûstandinê bikin da ku parastina gelê xwe misoger bikin û wan bi awayekî ewle ji herêmên Til Rifat û Şehba derxin ber bi herêmên me yên ewle li bakurê rojhilatê welat.

Berxwedana hêzên me ya ji bo parastina gelê me yên li taxên Kurdan ên Helebê didome.”

تلاش دوباره

Mesrûr Barzanî: “Herêma Kurdistanê ji şandina çekan a Amerîkayê ne agahdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *