MSDˊê û Rêveberiya Xweser têkildarî kûrkirina krîza Sûriyeyê hişyarî da

MSDˊ û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hikumeta Şamê ji kûrkirina krîza Sûriyeyê hişyar kir û destnîşan kir ku çareseriyên leşkerî dê zehmetiyên gelê Sûriyeyê zêdetir bikin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Konferansa xwe ya 5’emîn bi dirûşma “Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne” li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist. Di konferansê de êrişa çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê hatin nirxandin.

Di konferansê de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek ji aliyê cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber Gabrîel Şemûn ve hat xwendin.

Şemûn lidarxistina konferansê pîroz kir û bal kişand ser rola TEV-DEM’ê di rêxistinkirina civakê de.

Der barê êrişa çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê û Dîfa Wetenî ya li dijî gundewarê kantona Dêrazorê de, Şemûn wiha axivî: “Tiştê ku li Dêrazorê dibe, hewldana têkbirina aramiya herêmê û domandina şer e. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest ji kesên xwe bernadin.”

Şemûn destnîşan kir ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer naxwazin û her tim banga pêkanîna diyalogê dikin. Her wiha ku Rêveberiya Xweser hîn jî deriyê xwe li ber diyaloga bi hemû aliyên Sûriyeyî re vekiriye da ku di encamê de çareseriyeke ji bo yekbûn û ewlehiya gelên Sûriyeyê û xaka wê, were peydakirin.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman jî lidarxistina konferansê li endamên TEV-DEM’ê pîroz kir û bi navê MSD’ê peyamek xwend.

Girêdayî zehmetiyên li pêşiya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Qereman got: “Em îro li hemberî zehmetiyên mezin rûbirû mane; Tirkiye gefa têkbirina aramî û ewlehiya herêmê û rûxandina binesaziya herêmê dixwe û bi rêya hedefgirtina binesaziyê û dagirkirina herêman jî şêniyan koçber dike.”

Leyla Qereman diyar kir ku helwesta MSD’ê nehatiye guhartin û hîn jî piştgiriya çareseriya aştiyane ji bo pêkanîna aştî û aramiya Sûriyeyê, dike.

Leyla Qereman helwesta eşîr û pêkhateyan a di bin siya Rêveberiya Xweser de silav kir û komkujiya çekdarên koma Dîfa El WEtenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê şermezar kir.

Her wiha Leyla Qereman hikumeta Şamê ji kûrkirina krîza Sûriyeyê bi rêya êrişên wê li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zêdekirina zehmetiyên gelê Sûriyeyê, hişyar kir.

تلاش دوباره

Mesrûr Barzanî: “Herêma Kurdistanê ji şandina çekan a Amerîkayê ne agahdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *