MSD’ê komkujiya gundewarê Dêra Zorê şermezar kir

Meclisa Sûriye Demokratîk têkildarî kokujiya ku hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li gundewarê Dêrazorê pêk aniye daxuyaniyek da.

Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku komkujiya li gundê Dihêla û Cidêdit Begara ev sûceke li dijî mirovahiyê ye û bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê MSD’ê diyarkir ku Hikûmeta Şamê bi vê komkujiyê hîn bi israsra siyaseta tundiyê, kuştin û benaberî di domîne û got:

“Hikumeta Şamê bi van komkujiyan aloziya Sûriyê kurtir dike û rê li ber çareseriyek siyasî ji bo tevahî Sûriyê digire.”

MSD’ê dazanîn ku bi vê komkujiyê re isara hikûmeta Şamê di têk birina aramî û ewlehiya herêmê re hate eşkerekirin û wiha got:

“Hevgirtin û sekna eşîran li dijî van êrişên hovane îsrara me ya parastina xaka Sûriyeyê û rûmeta gelê wê zêde dike.”

Di dawiyê de MSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û ev bang kir:

“Divê civaka navdewletî demildest bikevin tevgerê û erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember sivîlan bi cih bînin.”

تلاش دوباره

Hûrgiliyên Pêvajoya Radestkirina Çekên PKKê û Cihbicihkirina Yasaya Nû

Li gorî raporên medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê, hûrgiliyên pêvajoya hilweşandin û radestkirina çekên PKKê û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *