Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî li herêmên Dêrazorê yên nû hatine rizgarkirin efûya giştî ragihand û got: “Hêzên me li pişta we ne.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser Xˋê got: “Bi pêşdeçûna hêzên me li Dêrazorê ji bo ewlekariya herêmê, em bêyî cudahî, li wan tevahî herêmên hatine rizgarkirin efûya giştî radigihînin.”
Ebdî bang li hemû welatiyan kir ku berevaniya ewlehî û aştiyê bikin û wiha domand: “Em pişta xwe didin rola xelkê û eşîran ku pêşiya aloziyê bigirin û herêmê biparêzin. Hêzên me li pişta we ne.”
Qendîlprêss