Meclisa Gelan a Demokratîk bi rojeva nirxandina rewşên dawî û tedbîran, bi awayekî awarte civiya. Di civînê gelek biryarên girîng hatin girtin.
Di encama nirxandinan de biryarên li jêr hatine girtin:
– Divê di pêkanîna seferberiya giştî de, piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) were kirin.
– Ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û balkişandina ser şerê taybet ê li dijî Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, divê civînên girseyî werin li darxistin.
– Divê li hemberî her êrişeke muhtemel a li ser Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekarî werin kirin.
– Divê li hemû bajarok, bajar û kantonên herêmê komîteyên rewşa awarte werin avakirin.
– Li bajarok, bajar û kantonan komîteyên parastinê yên HPC’ê werin bihêzkirin û piştgirîkirin.
– Li deriyên sînor aktîfkirina komîteyên awarte yên ji bo pêşwazîkirina penaberên ji deverên din ên Suriyeyê.
Qendîlprêss