Namzedê erkdarkirî yê ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê Elî Falih Zeydî û Mesûd Barzanî li Hewlêrê civiyan.
Wan di civînê de tekezî li ser yekxistina nêrîn û helwestan kir.
Wan her wiha da zanîn ku divê ji bo avakirina hikûmeteke bihêz xebat bên kirin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îraqê, di civînê de bi giştî rewşa welêt hat nirxandin.
Di heman demê de avakirina hikûmeta nû hat gotûbêjkirin.
“Pêwîstî bi hikûmeteke bihêz heye”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hikûmeteke bihêz were avakirin da ku karibe rûbirûyî astengiyan bibe û krîzan derbas bike.
Hat gotin ku hikûmeteke wisa dê bibe sedema bihêzkirina aramiyê û bipêşketinê.
Her wiha dê daxwazên hemû gelê Îraqê bi cih bîne.
Namzedê erkdarkirî yê ji bo avakirina kabîneya nû ya Îraqê Elî Zeydî gihişt Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Elî Zeydî pêşwazî kir.
Qendîlprêss