Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i got, “Em bi ti awayî welatokan di nav welat de û çekên derveyî saziyên dewletê qebûl nakin.”
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i li gel Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz kongreyeke rojnamevanî lidarxist û got, ew bi ti awayî dewletokên di nav Sûriyeyê de yan rêveberiyên ku desthilata navendî derbas dikin qebûl nakin.
Şer’i derbarê plana wan a ji bo pêşerojê jî wiha pê de çû: Plana me ji bo Sûriyeya nû li ser bingehê yekîtiya axa Sûriyeyê û serweriya dewletê li ser tevahî axa xwe radibe û nîqaş di vê yekê de nabe.
Şer’î tekezî li ser yek parçeyîya Sûriyeyê kir û got, “Em bi ti awayî welatokan di nav welat de û çekên derveyî saziyên dewletê qebûl nakin, her wiha em ti rêveberiyên ku saziyên desthilata navendî derbas dike napejirînin, avakirina Sûriyeke bihêz û aram pêwîst dike ku hêz û biryar di destê saziyên dewletê de be.”
Şer’i rewşa ewlehiyê ya welatê xwe jî nirxand û wiha anî zimên: Li ser asta ewlehiyê jî em dibêjin ewlehiya Sûriyeyê berjewendiyeke ewlehî ya bilind e, weke şerê li dijî teror û tûrên bazirganiya madeyên hişbir. Em pabendî zelaliyeke mezin û ev yek ji aliyên rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî ve hate piştrastkirin.
Qendîlprêss