Serokê Parlamentoya Îranê diyar kir ku welatekî herêmî hewl dide bi dagirkirina giravekê piştgiriyê bide “dijminên Îranê” û got, ew dê li binesaziya wê bidin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf got, “dijminên Îranê piştgiriyê didin welatekî herêmê da ku giraveke Îranê dagir bike.”
Qalibaf li ser hesabê xwe yê X’ê ev tişt parve kir “Îran dê gav bi gav û bêyî qeydan, tevahî binesaziya wê bike armanc.”
Çavkaniyek leşkerî ya Îranê îro hişyarî dabû ku eger girevên wê werin hedefkirin, dê Tehran “eniya Tengava Bab El Mendabê” çalak bike.
Qendîlprêss