Endama Şandeya Îmraliyê Perwîn Bûldan Diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan ji bo civaka demokratîk, aştî û entegrasyonê behsa avêtina gavên senkronîk, yanî hevdemî kiriye û girîngiya wê destnîşan kiriye.
Perwîn Buldan destnîşan kir mijara civaka demokratîk, aştî û entegrasyon wekî pakêtekê ne, ji hev cuda nabin û wiha dewam kir: “Abdullah Ocalan girîngiya bi lez û bi hevdemî avêtina van gavan û pêkanîna entegrasyonê destnîşan kir.”
Têkildarî komîsyona li meclîsê jî Perwîn Buldan wiha axivî: “Armanca vê komîsyonê esas ew bû diviyabû demildest qanûn derxista. Ji ber ku heta ku qanûnên entegrasyonê neyên derxistin ev pêk nayên.”
Perwîn Buldan bal kişand li ser gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê ji bo Abdullah Ocalan, ji bo hemû gelê Kurd xeta sor e.