Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bîlançoya şerê mehekê yê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên Tirkiyê de eşekr kir.
Li gorî wê di nava mehekê de 300 çete hatin kuştin û di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de 52 sivîl û 40 şevanên YPJ û QSD’ê şehîd bûn.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Di van êrîşan gelek sivîl hatin şehîdxistin û zerar li binesaziyê bû.
Di vê çarçoveyê de Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya şerê ya mehekê eşkere kir..
Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê..
Ji 1’ê meha Çileyê ve şer li li nêzî Pira Qereqozaxê ya li rojhilatê Minbicê di navbera çeteyan, artêşa Tirkiyê û şervanên QSD’ê de ranewestiyan..
Gundên ku piranî car şer lê diqewimîn jî, El Etşaneh, Et Atçana û El Mustaha yên li başûrê Minbicê.
Li Ebû Qelqal, Til Arîş, Qela Necm û derdora Bendava Tişrînê jî şer di navbera şevanên QSD’ê û YPJ’ê û çeteyan de rû da..
8’ê Çileyê ji ber bombardûmana dewleta Tirk li Sirînê karkerek hateq qetilkirin.
Heman rojê il Dêr Haferê 3 çete hatin kuştin.
Her wiha li Bendava Tişrînê di bombardûmana dewleta Tirk a li ser wesayiteke sivîl û ambûlansê de jinek jî di nav de 5 kes şehdî bûn..
Gelek caran balafirên şer ên Tirk bombe li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê barandin.
Di heman demê de şervanên QSD’ê gelek çalakiyên bi dronan li dijî çeteyên Tirkiyê pêk anîn û gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
28’ê Çileyê di êrîşa hewayî ya li ser Sirînê de 4 jê zarok, 13 mirovên sivîl bi rengekî hovane hatin şehdîxistin.
29’ê Çileyê li navenda bajarê Kobanê malek bû hedefa êrîşa bi drone ya dewleta Tirk, yek jê jin 4 sivîl hatin şehdîxistin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di dawiyê de got:
Di encama bersiva şervanên QSD û YPJ’ê de di nava mehekê de 300 çete hatin kuştin, di encama êrîşên dewleta Tirk de 52 sivîl şehîd bûn û 40 şervanên YPJ û QSD’ê şehîd bûn.
Qendîlprêss