Cenazeyê Hesen Nesrallah wê 23’ê Sibatê were definkirin

Hizbullah ragihand ku cenazeyê Hesen Nesrellah dê 23’yê Sibatê were definkirin.

Lîderê Hizbullah Neîm Qasim ragihand ku cenzeyê lîderê berê yê Hizbullahê Hesen Nesrellah wê 23’ê Sibatê were definkirin

Neîm Qasim destnîşan kir ku ” Nesrellah di rewşeke zehmet de şehîd bû, lew ra ew neçar mabûn ku cenazeyê wî li gorî pîvanên olî bi awayekî veşartî û demkî veşêrin.”

Qasim diyar kir ku wan niha biryar da ji bo Hesen Nesrellah û berpirsê din ê Hizbullah Haşim Sefyedîn mersîmeke girseyî ya bi heyet çêbikin.

Her wiha îşaret pêk kir “Sefyedîn wekî xelîfeyê Nesrellah hatibû hilbijartin, lê beriya ku wekî lîderê Hizbullah were ragihandin hat kuştin, lew ra wê wekî lîder bê definkirn.”

Hesen Hesrellah 27’ê Îlona 2024’an li taxa Hirêk a li başûrê Beyrûtê di êrişa Îsraîlê de hatibû kuştin. Piştî hefteyekî berpirsê Hizbullahê Haşim Sefyedîn jî di êrişa Îsraîlê de hat kuştin.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *