Îranê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişandin’

Li gorî rojnameya New York Timesê, Îranê dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Sûriyeyê kiriye û hate gotin ku beşeke fermandarên îranî gihaştine Iraqê.

Lê li gorî nûçeyeke rojnameya New York Times, Îranê dest bi vekişandina leşker û fermandarên xwe yên li Sûriyeyê kiriye.

Çavkaniyan ragihand ku Îranê ji duh ve dest bi vekişandina serkirde û fermandarên xwe yên leşkerî yên di nava xaka Sûriyeyê de kiriye.

Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku fermandarên îranî ji parastina desthilata Esed bê hêvî mane, ji bo wê jî rayedarên Îranê ferman daye ku Balyozxaneya Îranê ya li Şamê vala bikin û baregehên leşkerî yên Pasdaran jî werin valakirin.

Her wiha hate gotin ku beşeke fermandarên leşkerî yên îranî, vegeriyane Tehranê û beşek jî ber bi Lubnan û Iraqê ve çûne.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *