SOHR: Hêzên hikumeta Şamê 2 gundên Hemayê ji destê çeteyan derxistin

SOHRˈê ragihand ku piştî şerekî dijwar, hêzên hikumeta Şamê 2 gundên Hemayê ji destê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam derxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundewarên Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de rû da. SOHRˈê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam nekarî Cebel Zên El Abidîn kontrol bikin.

Li gorî SOHRˈê, duh bi şev hêzên hikumeta Şamê bi desteka balafiran êrişî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam kir. Di encamê de gundên Kefrai û Meîr Şehûr dîsa xistin bin kontrola xwe û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam nêzî 10 kîlometreyan ji bajarê Hemayê dûr xistin.

Hate zanîn ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyat şandine eniyên gundewarên bakur, rojhilat û rojavayê Hemayê.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *