Rêya Şam-Helebê hat qutkirin

Çeteyan rêya Şam-Heleb ku bi navê rêya M5 tê zanîn ji bajarokê Zirbê yê li gundewarê Helebê de qut kir, her wiha di navbera çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” û hêzên hikumeta Şamê de şerê dijwar dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” rêya Şam-Heleb ji kêlek bajarokê Zirbê yê gundewarê Helebê de qut kir, li aliyekî din jî li cem bajarê Seraqib jî rêyên M4 û M5 kontrol kirin. Bi wê yekê rê hat sekinandin.

Girêdayî heman mijarê, rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve ji çavkaniyek taybet li Helebê diyar kir ku ji ber êrişên leşkerî nêzî Helebê ne û ji bo parastina welatiyan Ceyş El Erebî El Sûrî çûn û hatina rêya M5 a Helebê bi awayekî demkî qut kir û bang li şîrketên wesayîtan kir ku çûn û hatina erebeyan rawestînin.

Êrişên leşkerî yên di navbera çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” û hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Heleb û Idlibê de ji berbanga duh ve zêde bûne, di encamê de heta niha 121 çete û 61 leşkerên Şamê hatine kuştin.

Li aliyekî din jî çavkaniyan ji malpera ” Media Line” a Amerîkî re got çeteyan nêzî 10 leşkeran dîl girtine, di nav de hêzên Rûsyayê hene, bi dehan birîndar kirine û kuştine.

SOHRˋê diyar kiribû ku çeteyan gundê Şabor ê nêzî bajarê Seraqib ê li rojhilata gundewarê Idlibê û ketina li taxeke bajêr ji aliyê rojava ve kontrol kir, her wiha gundên Dadîx û Keferbetîx ên rojhilata Idlibê, gundên Kefirbisên, Ernaz û Zirbê yên rojavayê Helebê kontrol kirin. Li gundê Acizî û derdora komeleyên nêzî wê 8 leşker dîl hatine girtin û 2 leşker jî li gundewarê rojavayê Helebê dîl hatine girtin.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *