Hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê eşkere bû

Wezîrê Plandanînê yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Dara Reşîd li ser hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê agahiyan parve kir û got: “Hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê 6 milyon 370 hezar 668 kesin.”

Wezîrê Plandanînê yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Dara Reşîd di civîneke çapemeniyê de hejmara nû ya şêniyên Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Dara Reşîd diyarkir hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê gihiştiye 6 milyon 370 hezar 668 kesan.

Hêjayî bibîrxistinê ye îro Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî encamên serjimêriya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand. Li gor encamên serjimêriyê, hejmara şêniyên Iraqê 45 milyon 407 hezar 395 kesin ku biyanî û penaberan jî digre nava xwe. Her wiha diyarkiribû hejmara malbatan jî gihiştiye 7 milyon 898 hezar 588’an.

تلاش دوباره

Hevpeymaniya Kurdistanî: Zêdebûna sêdarê stratêjiya Komara Îslamî ye bo rêgirtin ji rabûneke din a neteweyên Îranê

Raporên navendên mafên mirovan nîşan didin ku sepandin û cîbicîkirina cezayê sêdarê ji aliyê Komara …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *