QSD: Di kemînekê li gundewarê kantona Firatê de 5 çete hatin kuştin

QSDˋê têkildarî hûrgiliyên ku şervanên wan ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker re, piştî hewldana dawîn a ketina li gundê kantona Firatê de, vedabû daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê hûrgiliyên têbkirina hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî kantona Firatê ku di encamê de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Şeva berê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Ebdokê yê gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî. Lê hişyarî û baldariya şervanên me planên êriş û ketinê zanîn û têk bir.

Hêzên me çete xistin nava kemînekê, di encamê de pevçûn rû da, 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Pevçûn demekê rû da û di dawiyê de çete revîn.

Ji bo ku çete cenazeyên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin, çeteyan û dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran heta derengiya şeva berê bi zêdetirî 150 guleyên obîs û hawanê gund topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav de balafirên bêmirov bi tevahî çekên giran herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin, da ku tirs û xofê bixin nava şêniyan û wan neçarî koçberiyê bikin.”

تلاش دوباره

Hevpeymaniya Kurdistanî: Zêdebûna sêdarê stratêjiya Komara Îslamî ye bo rêgirtin ji rabûneke din a neteweyên Îranê

Raporên navendên mafên mirovan nîşan didin ku sepandin û cîbicîkirina cezayê sêdarê ji aliyê Komara …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *