Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Besam El Sebax gihîşt Tehranê û bi hevpîşeyê xwe yê Îranê re civiya. Wezîrê karên derve yê Îranê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku Îran destekdayîna xwe ji bo Sûriyeyê û komên girêdayî Îranê yên li herêmê didomîne.
Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Besam El Sebax li Tehranê bi hevpîşeyê xwe yê Îranê Ebas Iraqcî re civiya.
Dezgehên ragihandinê yên xwecih da zanîn ku El Sebax ê di vê serdana xwe ya yekemîn de bi berpirsên Îranê re bicive.
Di civîneke çapemeniyê de Iraqcî destnîşan kir ku Îran destekdayîna xwe ji Sûriyeyê û komên girêdayî Îranê yên herêmê re, didomîne.
El Sebax jî got: “Me danûstandinên erênî kirin ku di encamê de hevkariya di hemû qadan de ya di navbera herdu welatan de were pêşxistin.”
El Sebax destnîşan kir ku wan geşedanên dawîn nexasim êrişên Îsraîlê yên li dijî dewletên herêmê nîqaşkirin û got: “Nêrîna me hevbeş e, ew jî rawestandina bilez a êrişên Îsraîlê û gihandina alîkariyên mirovî ji bo hewcedaran.”
Qendîlprêss