Li Akademiya şehîd Cemal Kobanê a Hêzên Erka Xweparastinê ev 60 rojin dewreya perwerdeyê tê dayîn.
Di dewreya ku 165 şervan têde derçûn, perwerdeyên leşkerî, siyaysî û îdolojî hatin dayîn.
165 şervanên Hêzên Xweparastinê dewreya xwe ya perwerdeyê xilas kirin û li eniyên şer hatin bicihkirin
Akademiya şehîd Cemal Kobanê ya Hêzên Erka Xweparastinê li Tebqayê mersîmê derçûna deweyek nû li darxist.
Dewreya derçûnê bi navê şehîd Mustefa Kenco bi beşdariya 165 şervanan ji 7 kantonên herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi dawî bû.
Şervanan di 60 rojan de perwerdeya leşkerî, siyaysî û îdolojî dîtin.
Piştî bi dawîbûna perwerdeyê jî şervana berê xwe dan eniyên şer.
Endamên Desteya Perwerdeyê, Meclisên Leşkerî û malbatên şervanan beşdarî merasîma derçûnê bûn.
Piştî rêzgirtinê û torana leşkerî li ser navê Hêzên Erka Xweparastin axavtin hatin kirin.
Fermandarê Hêzên Xweparastinê yê kantona Firatê Feysel Qolo derçûna dewreyê pîrozkir û got: “Erkê we ew e ku hûn vê xakê û destkeftiyên ku şêniyên herêmê bi dest xistine biparêzin.”
Şervanan soza domandina rêya şehîdan dan û diyarkirin ew ji bo parastina xaka xwe amade ne.
Merasîma derçûnê bi gerandina govendê bi dawî bû.
Qendîlprêss







